23 Mart 2009 Pazartesi

PIÇEK MERHAMET!

Duh salvegera yadkirina Şehîdên Çanaqaleyê bû.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi salekê 150 hezar mirov di wî şerî de mîna geyayê ber devê qirimê ketine erdê!
Li cihê ku dikevin, li der û dora Çaneqaleyê goristanekê çêdikin:
Goristana Şehîdên Çanaqaleyê!
Ji bilî kurdên ku çaroxên xwe bi ser lingê xwe vekiribûn û rahiştibûn tivinga xwe û çûbûn ‘herba gawir’ ma kî tune di vê goristanê de: Îngilîz, fransawî, astek, ermen, asûrî….

Belkî yek lib ereb in, du sê lib çerkez jî hebin di nava wan de…

Piştî 94 salan niha jî 40 xwendekarên kurd diçin Çanaqaleyê!
Mazûvanê van xortan Serfermadariya Hêzên Bejayî ye.
Ji Amedê hatine hilbijartin ev 40 xortê ku temenê wan di navbera 15 û 17 salan de ye.

Ev neviyên ku kalên wan ji Çanaqaleyê venegariyane, dê neçin ber serê kêlên gornên kalên xwe; goristana ku hemû Memet lê radizin dê bibînin, li Çanaqaleyê bigerin û paşê dê vegerin Ameda xwe.
Li gorî nûçeya Sabahê her çil xort ji ciwanên ku heta niha derneketine derveyî Amedê, hatine bijartin!
Yê ku çûbûn şer jî bijartî bûn!
Ew ên bijartî îro Şehîdên Çanaqeleyê ne; ne kurdên di ber rizgariya wî welatî de şehîdketî…
Û navê tevan jî Memet e!

Ez çi bibêjim, Xweda aqilekî bide vê dewleta ku xwestiye/dixwaze her kesî bike wekî ku ew dixwaze!

Bi vê deleveyê bo yadkirina Şehîdên Çanaqaleyê ji dêvla fatîheyê; helbestek:

Piçek merhamet*

li vê dê
li va da
ji Gelîbolûyê û bi wir vetir da
mêranî me şanî dijmin da!
ha bavê min ha
li Çeneqeleyê, li Beriya Efyonê
Şerê Rizgariyê Memet kir; Hiso emir da!

kalê min lingekî xwe da
-ji Çala Omeriya bû-
pismamê wî Ehmed bê çeng mabû
digot: biratiyê destê me girê da
û misilmanetiyê:
Şerê Rizgariyê me kir; Memet giha azadayî!

di Destdana Şerê Rizgariyê de Memet heye
Nazim jî pesnê Memet vedide:
Memetcik Memet, Memetcik Memet
piçek merhamet:
ew qas mêrxasî, ev çend rûmet
hemû ya Memet e, Nazim Hîkmet?

Arjen Arî


*Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Arjen Arî, Wş. Avesta, 1999